Fatoş Goksûngûr: Yekîtiya Netewî pêk neyê, dê planên qirkirinê bidomin

Hevseroka berê ya KCDK-E Fatoş Goksûngûr konferansa li Lozanê pêk hatî û biryarên hatine girtin nirxand û got:
“Têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd, berxwedana Îmraliyê û Şoreşa Rojav Peymana Lozanê bêwate kirine”

Nîqaşên li ser temambûna 100 salên Peymana Lozanê dewam dikin.

Derbarê vê yekê de hevseroka berê ya KCDK-E û endama Komîteya Lozanê Fatoş Goksungur derbarê konferansa Lozanê û encamên wê nirxand.

Fatoş Goksungur diyar kir ku di konferansê de bal hate kişandin ser girîngiya yekîtiya netewî û got:

“Ger yekîtiya netewî pêk neyê, planên hêzên ku sed sal berê Kurdistan parçe kirine, dê sed salên din jî bên zindîkirin.

Yek ji biryarên hatin girtin têkoşîna ji bo pêkanîna jiyana hevpar a azad a civakî li çar parçeyên Kurdistanê bû.”

Fatoş goksûngûr: Jin bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” jiyan ava kirin

Fatoş balkişande ser têkoşîna jinan û “Jinên Kurd bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” felsefeya jiyanê ava kirin.

Nîşan dan zîhniyeta ku Kurdistanê parçe kiriye, li her çar aliyan bi têkoşîna jinê veguheriye ruhekî hevpar.

Bi vê têkoşînê, wêrankirin bêwate dibe.

Fatoş Goksergûn bal kişand ser komploya navnetewî û tecrîda li dijî rêber APO û wiha anî ziman:

“Fikr û paradîgmaya Rêbertiyê hêzên navneteweyî bêzar dike.

”Berxwedana ku tê meşandin, wê ji niha û pê ve jî bidome”

Gerîla 50 sal in li berxwe dide, Rêbertî li Îmraliyê li ber xwe dide, jin di vê nuqteyê de li ber xwe didin û berxwedaniya li Rojava hatî kirin, ev têkoşîn wê ji niha û pê ve jî bidome.

Lê ev peymana ku sed sal berê Kurdistan parçe kir, êdî bê wate bû, piştî wê pêvajoya fermîkirina vê têkoşînê ya bi statûya Kurdan re dest pê kir. ”

Fatoş Goksûngûr balkişande ser biryarên hatin girtin û bi van gotinan bi dawî kir:

“Yek ji biryarên hatin girtin jî ew bû ku di bin çavdêriya NY de xebatên ji bo statuya Kurdistanê bên kirin û di vê nuqteyê de nûnertiya Kurdan jî hebû.

Piraniya biryarên hatine girtin li ser bingehê yekÎtiya netewî û her wiha danûstandinên bi dewletên ku Kurdistan parçe kirine û avakirina statuyekê ne.

Bi vê armancê komîsyon hatin avakirin.”

Back to top button