Ukrayna: Li nêzî Bahmutê 3 kîlometreyên din hat kontrolkirin

Artêşa Ukrayna li rojhilatê welat hêdî hêdî daxwazên xwe pêk tîne.
Artêşê ragihand ku li herêma Bahmut ya di bin kontrola Rûsyayê de ye, 3 kîlometreyên din pêşde çûne.
Li kêleka vê, Îngilistan îdiayên balkêş dike.
Wezareta Parastinê ya Îngilistanê dibêje, ji bo êrişeke din ali dijî Ukrayna, Rûsya li başûr artêşeke nû ava dike.

Li rojhilatê Ukrayna bi dijwariya şerê li ser erdê re hesabên nû tên kirin.

Alîkara Wezîrê Parastinê ya Ukraynayê Anna Malyar ragihand ku hefteya borî 3 kîlometreyên din li nêzî Bahmutê hatiye rizgarkirin.

Malyar derbarê serkeftina artêşa Ukraynayê ya li ser Bahmutê de daxuyanî da.

Malyar diyar kir ku artêşa Ukraynayê li aliyê başûrê bajarê Bahmutê pêşdeçûna xwe didomîne û wiha got:

“Di hefteya dawî de 3 kîlometre çargoşe qadeke din hat rizgarkirin.

Em dikarin behsa qadeke 43 kîlometre-çargoşeyî bikin.

Bi vê yekê re tevahî derdora Bahmutê hat azadkirin.”

Îngilistan: Rûsya li başûr artêşeke nû ava dike

Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê ragihand ku Rûsya xwe amade dike, artêşeke nû li başûrê Ukraynayê ava bike.

Bi vê yekê re dixwaze di şerê li Ukraynayê de leşkerên pisportir bikar bîne.

Wezaret difikire ku ji bo di xalên sereke de yekîneyên bi tecrube bên bikaranîn jî, bal kişand ser wê yekê ku ew texmîn dikin ku hêzên hewayî yên li herêma Xersonê ber bi herêma Orixiv a şerekî dijwar lê rûdide ve pêk bîne.

Hat diyarkirin ku artêşa nû ya 18’emîn a li Xersonê hatiye bicihkirin ji yekîneyên cuda pêk te.

Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê di destpêka meha Tebaxê de ragihandibû ku Rûsyayê kapa-sîteya leşkerên xwe yên şer zêde kiriye.

Brîtanya ji destpêka êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê ve her roj behsa pêvajoya şer dike.

Ji ber vê yekê Moskow, Brîtanya bi belavkirina agahiyên ne-rast sûcdar dike.

Amerîka şandina balafirên F-16 bo Ukrayna erê kir

Back to top button