Li şerîaya Rojava êriş: Jinek îsraîlî mir

Li herêma Şerîaya Rojava careke din rewş aloz bûye.
Îsraîlê ragihand ku di êrişa çekdarî de jineke Îsraîlî hatiye kuştin û xurtek jî birîndar bûye.

Îsraîlê ragihand ku çekdarê gumanbar ê Filistînî di êrîşa li Şerîeya Rojava de Îsraîlî kuşt û yek jî birîndar kir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di encama êrişa li ser rê derket de jineke 40 salî jiyana xwe ji dest daye.

Zilamê li kêleka wê jî bi giranî birîndar bû û zarokê di wesayîtê de bê ku birîndar bibe ji êrişê xelas bûye.

Du welatiyên Îsraîlî roja Şemiyê di êrîşeke din a bi çek de li Şerîeya Rojava hatin kuştin.

Ajansa Associated Press (AP) ragihand ku êrîşa îro li herêma başûrê Şerîeya Rojava pêk hat.

Di heman demê de hêzên ewlekarî yên Îsraîlî bo dîtina berpirsê êrîşa roja Şemîyê dest bi operasyoneke berfireh kirin û navçe dorpêç kirin.

Ajansê daxuyakirin ku tolhildana doh ya niştecihên fanatîk ên cihû yên li dijî Filistîniyan, careke din aloziya li herêmê zêde kiriye.

Îsraîl di şerê sala 1967’an de Şerîeya Rojava kontrol kir.

Hebûna Îsraîl ya li wê herêmê herçiqasî weke neqanûnî tê dîtin jî, rêveberiya Tel Evîvê li herêmê bi awayekî neqanûnî avahiyan çêdike.

Back to top button