ECOWAS plana hikumeta veguhêz a 3 salî ya li Nîjer red dike

Li Nîjerê, çareseriyek bi rêya dîplomasî hêsan xuyan nake.
Cûnta leşkerî li aliyekî û li aliyê din weltên ECOWAS di şertên xwe de israr dikin.
Cûnta pêşniyara piştî 3 salan wê hikumetê dewr bike avêt naverastê.
ECOWAS ya ev plan red kirî dibêje, divê di zûtirîn demê de hikumet were dewirkirin.

Civata Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) plana hikumeta veguhêz a 3 salan a hikumeta leşkerî ku 26’ê Tîrmehê li Nîjerê desteser kiribû, red kir.

Komîserê Karûbarên Siyasî, Aşitî û Ewlekariyê yê ECOWAS Ebdulfetau Musah di hevpeyvînekê ligel BBC diyar kir ku plana veguhêz a 3-salî ya Serokê hikumeta veguhêz a bi navê Konseya Niştimanî ya Parastina Welat (CNSP) li Nîjer Ebdurrahman Tchiani, nayê qebûlkirin.

Musah destnîşan kir ku pêşnûmeya Tchiani ji bo diyalog û dîplomasiyê tenê “perdeya dûmanê” ye û got,

“ECOWAS careke din veguhertineke demdirêj a li herêmê qebûl nake.

Tenê divê di zûtirîn demê de amade bin ku (desthilatdariyê) radest bikin.”

Musah bi domdarî ev tişt anîziman:

Leşker çiqas zûtir hikumetê vegerîne sivîlan û bala xwe bide ser erkên xwe yên bingehîn, wek parastina yekparçebûna axa Nîjerê, baştir e.

Ebdurrahman Tchiani 19’ê Tebaxê, di axaftina xwe ya ji bo gel de ragihandibû, ku wê herî zêde di 3 salan de derbasbûna bo rêveberiya sivîl biqede.

Li Nîjerê cûnta leşkerî li ser kar e

Serokomar Mihemed Bazûm li Nîjerê 26’ê Tîrmehê ji aliyê endamên Alaya Parêzvanên Serokomariyê ve hatibû binçavkirin.

Piştî vê di saetên êvarî de leşkeran ragihandibû ku wan desthilatî bi dest xistiye.

General Ebdurrahman Tchiani, Fermandarê Alaya Parêzvanên Serokomariyê bû.

Piştî darbeyê bi 2 rojan bû serokê hikumeta demkî ya bi navê Konseya Niştimanî ya Parastina Welat (CNSP).

CNSP’ê di 7’ê Tebaxê de Lamîne Zeine weke serokwezîr tayîn kiribû.

Di 10’ê Tebaxê de jî kabîneya ji 21 kesan a ji leşker û sivîlan pêk tê eşkere kiribû.

Li Nîjera darbe pêkhatî rewşa dawî

Back to top button