Amerîka şandina balafirên F-16 bo Ukrayna erê kir

Amerîka erêkir ku di ser Danîmarka û Hollandayê re, balafirên F-16 bû Ukrayna werin dayîn.
Di vê navberê de, Rûsya îdia kir ku balafireke bêmirov ya Ukrayna li asîmanên Moskow hatiye xistin.

Rayedarekî hikumeta Amerîkayê ragihand ku Amerîka şandina firokeyên F-16 bo Ukraynayê pejirand ku di parastina de li dijî Rûsyayê bên bikaranîn.

Rayedar da zanîn ku ji bo sewqiyata di ser Danîmarka û Hollandayê re bê kirin, tê payîn ku perwerdeyên pîlotên ku li van her du welatan têne kirin bi dawî bibin.

Ukrayna bi awayekî aktîf hewl da ku balafirên F-16 yên ku ji hêla Amerîkayê ve hatî çêkirin bişîne wî welatî.

Danîmarka û Hollanda pêşengiya koalîsyona Ewropî dikin ku perwerdehiya F-16 bidin pîlotên Ukraynî.

Herî dawî her du welatan ji Waşingtonê ji bo şandina balafiran garantî xwestin.

Waşîngtonê ji Danîmarka û Hollandayê re piştrast kir ku piştî ku perwerdehiya pîlotan biqede, wê pêvajoyên pejirandinê yên ku ji bo bicîhanîna daxwazên veguheztina F-16 pêwistin bilez werin kirin.

Li gorî nûçeya Reutersê, Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken nameyek ji aliyên Holandî û Danîmarkî re nivîsiye.

Blinken di nameyê de wiha gotiye;

“Ez ji bo piştgiriya Amerîkayê ji şandina balafirên şer ên F-16 bo Ukraynayê û hem jî ji bo perwerdekirina pîlotên Ukraynayê ji aliyê pispor ve dinivîsim.”

Blinken îşaret bi girîngiya van balafiran kir û wiha domand:

“Ji bo Ukrayna krîtîk e ku bikaribe bi tena serê xwe li hember êrîşên dewam ên Rûsyayê û binpêkirinên mafên xwe yên serwerî biparêze.”

Blinken diyar kir ku pejirandina “daxwazên aliyên sêyemîn” wê fersendê bide Ukraynayê ku gava perwerdehiya pîlotan biqede, ji kapasîteyên ku nû hatine bidestxistin sûd werbigire.

Rûsya: Balafireke bêmirov a Ukraynayê li asmanê Moskowê hat xistin

Li aliyê din Rûsyayê ragihand ku balafireke bêmirov a Ukraynayê ku êrîşî navenda bajarê Moskowê kiribû, hat xistin.

Şaredarê Moskovayê Sergey Sobyanin di daxuyaniya xwe ya li ser Telegramê de ragihand ku piştî xistina balafira bê mirov, mayîn li nêzî navenda Expoyê ketiye, lê ziyaneke cidî çênebûye.

Ukryana: Me li eniya Başûr-Rojavayê welat serketin bidest xistin e

Back to top button