Ukrayna: Rûsya bi moşekan êrişî 4 bajaran kir

Artêşa Rûsya careke din bajarên li rojavayê Ukrayna kir armanca êrişên xwe.
Ukrayna ragihand ku artêşa Rûsya tevî bajarê Lviv êrişî 4 bajaran kiriye.
Serokê Ukrayna Zelensky jî hemwextî van êrişan li herêma Donetsk bi leşkeran re civiya.

Rûsya rê nade Ukrayniyan ku bifikirin şerê li welat bidawî bûye.

Artêşa Rûsya di saetên direngiya şevê de, êrişî Lviv, Dnipropetrovsk, Volin, Çerkasi û herêmên wê kir.

Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Herêma Lviv Maksim Kozinskiy li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek da.

Kozinskiy diyar kir ku parçeyên moşekê li 2 avahiyan ketine û wiha got:

“Di van malan de şewat derket, xisar çêbû, welatî hatin veguhestin.

Birîndar hene, der barê miriyan de agahî nehate bidestxistin.”

Rêveberiya leşkerî ya bajar jî îdia kir ku li herêmê 7 moşekên Kruz hatine xistin.

Ukrayna: 16 moşekên kruz hatine xistin

Di daxuyaniya Fermandariya Hêza Hewayî ya Ukraynayê de hat ragihandin ku danê sibehê de Rûsyayê bi mûşekên hewayî û behrê êrîşî Ukraynayê kiriye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hat tesbîtkirin ku 28 moşekên kruz hatine bikaranîn.

Ji van 16 hatine bêbandorkirin.

Li Dnipro xebatên paqijkirina ji bermahiyên êrişê

Li aliyekî din, navenda werzişê ya bi navê “Meteor” di êrîşa moşekî ya li ser bajarê Dnipro de zirar dît.

Li navenda ku xebatên rakirina parçeyên hilweşiyayî dewam dikin, hat dîtin ku di encama ketina moşekê de çalek çêbûye.

Hêjayî gotinê ye, kargeha çêkirina beşek ji teknolojiya moşekan li pêşberî navenda werzîşê ye.

Di êrîşa li bajarê Dnipro de di encama êrîşê de 2 kes birîndar bûne.

Zelensky serdana eniya Donetskê kir

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy ragihand ku ew serdana yekîneyên leşkerî yên li herêma Donetsk şer dike.

Zelenskiy di peyama xwe ya li ser kanala Telegramê de diyar kir ku li herêma Donetskê li baregeha leşkerî bi leşkeran re hevdîtin kiriye.

Zelenskiy anî ziman ku wî xelat dane hin leşkeran û wiha got:

“Her tim wêneyek giştî ya rewş û raporên leşkeran ji her alî ve tê.

Lê girîng e ku rasterast bi leşkeran re li ser ezmûna wan ya şer were axaftin.

Îro me bi eşkereyî behsa kiryarên xwe yên êrîşê, şandina artêşê, derfetên fermandaran.”

Zelensky herî dawî di dawiya meha borî de serdana leşkerên Ukraynayê yên ku li herêma Donetsk kiribû.

Back to top button