Li Ekwadorê beriya hilbijartinê, 3 siyasetmedar hat kuştin

Li welatê Amerîkaya Latîn Ekwadorê hilbijartina serokomariyê rê li kuştinan vekriye.
Beriya hilbijartinê 3 siyasetmedar hatine kuştin.
Endama Partiya Şoreşa Welatiyan Gonzalez got:”Ekwador serdema xwe ya herî bi xwîn de ye.”

Pedro Briones yê ji lîderên partiya Revolucion Ciudadana ya Serokê berê yê Ekwadorê Rafeal Correa bû, di êrişeke çekdarî de hate kuştin.

Çapemeniya Ekwadorê ragihand ku Briones di mala xwe de hatiye kuştin.

Her du kesên êrişkar jî bi motorsîkletê reviyane.

Bi nêzbûna hilbijartinên serokomariyê re ev siyasetmedarê sêyemîne ku tê kuştin.

Namzedê Serokomariyê Fernando Villavicencio ku bi gotinên xwe yên li dijî gendeliyê dihat naskirin, du hefte beriya hilbijartinê hat kuştin.

Endama Partiya Şoreşa Welatiyan Luisa Gonzalez a ku tevlî hilbijartinên serokomariyê dibe li ser medyaya dîjîtal payamek parve kir û got:

“Ekwador serdema xwe ya herî bi xwîn dijî.”

Şaredarê Mantayê jî di 26’ê Tîrmehê de hatibû kuştin.

Heta niha di nava sê salên dawî de li Ekwadorê bi hezaran kes hatine kuştin.

Ji ber ku welat bûye navendeke sereke ya bazirganiya narkotîkê.

Çeteyên xwecihî hewil didin kolan, zindan û rêyên narkotîkê bixin bin kontrola xwe.

Lewra ew çete serweriya xwe li ser welêt ferz dikin û kesên siyasetmedar dikin armac.

Serokê çeteyan hate veguhestin

Serokê yek ji çeteyên herî bi hêz ê welat Los Choneros, roja şemiya borî bo girtîgeheke ewlekariya herî zêde hate veguhestin.

Ev veguhestin piştî ku nêzîkî 4 hezar leşker û polîsan avêtin ser girtîgehê pêk hat.

Polîs û leşkeran di lîgerîna xwe ya li girtîgehê de çek, cebilxane û teqmenî bidest xistibûn.

Li Ekwadorê kuştina namzetê serokomarî û deshilata çeteyên girtî

Back to top button