Endonezya..Piştî 3 rojan 53 noqvanên winda bûyîn mirin

Li Endonezyayê piştî lêgerîna 3 rojan ji noqvanên winda bûyî, agahiyek xemgîn hat.
53 noqvanî jiyana xwe jidest da.

Fermandarê Artêşa Netewî ya Endonezya Maraşal Hadî Tjahjanto bi daxuyaniyekê diyar kir ku noqvanî winda nebûye lê dema li herêma Grava Bali xwe berdida avê pirsgirêk derketiye û binav bûye.

Li aliyekî din berpirsên artêşê ragihand ku îro oksîjena noqvanan bidawî bûye.

Ji ber vê yekê hêviya saxmayîna kesên di keştiyê de bidawî bûye.

Noqvana KRI Nanggala 402 ji 21’ê Nîsanê ve têklî jê qot bûbû.

Keştiyên Endonezya ji bo dîtina noqîvanê ketibû tevgerê.

6 keştiyên şer, helîkopterek û 400 xebatkar li herêmê dest bi kar kiribûn.

Back to top button