Iraq..Di şewata li Bexdayê de 82 nexweşên Covid-19 mirin

Li paytexta Iraqê Bexdayê li nexweşneya ku nexweşên Covîd-19’ê lê dihatin tedawîkirin kesên ku mirin bûne 82 kes.
Li welat 3 roj şîn hate ragihandin.

Li nexweşxaneya Ibh el Xatîb ya Bexda ku piranî nexweşên Covîd-19’ê lê dihatin dermankirin şewateke mezin derket.

Di nava demek kin de, şewatê piraniya nexweşxanê da ber xwe.

Di şewatê de bi kêmanî 82 kes mirine, 110 kes jî birîndar bûne.

Li gorî çavkaniyên ewlehî û tendiristiyê tûpên oksîjenê ku baş nehatin parastin bûne sedema şewatê.

Alav û pêtiyên şewatê piştre li hemû qatên nexweşxaneyê berbelav bûn.

Têkilî şewatê lêpirsîn hate destpêkirin, hikûmetê got ji 200’î zêdetir nexweş xilas kirine lê derheqê mirî û birîndaran agahî neda.

Komîsyona mafê mirovan a bi ser hikûmetê, ji Serokwezîr Mustafa El Kazimî xwest ku Wezîrê Tendiristiyê Hasan El Tamîmî ji peywirê bigre û teslîmî dadê bike.

Di vê navberê de li welat sê roj şîn hate ragihandin.

Back to top button