Xelkê Kerkûkê li dijî dagirkeriya artêşa Iraqê konê çalakiyê veda

Artêşa Iraqê hewil dide taxa Newroz a Kerkûkê ji Kurdan vala bike.
Li hember vê 4 roje berxwedana kurdên li wê taxê didome.
Şêniyên taxê îro jî li dijî hewldanên dagirkeriyê konê çalakiyê vedan û gotin: “Heta ku leşker ji malên dagirkirî yên Kurdan venekişin û taxê terk nekin wê çalakiya xwe bidomînin.”

Artêşa Iraqê ev 4 rojin zexteke dijwar li ser taxa Newroz ya Kerkûkê daye destpêkirin.

Li gorî agahiyan artêşa Iraqê di nava 4 rojên borî de hewl daye Erebên hawirdekirî li malên Kurdan bicih bike.

Lê xelkê taxê bertek nîşanî vê hewildana artêşê dan.

Piştî aloziya di navbera şêniyên taxê û leşkeran de, çend welatiyên Kurd hatin bicihkirin.

Piştre ji bo rê li ber aloziyê bê girtin, şeva borî tax radestî polîsên Kerkûkê hate kirin.

Lê hê jî leşkeran malên li taxê yên dagirkirî vala nekiriye.

Lewma li dijî vê yekê şêniyên taxê konê çalakiyê vedan.

Welatiyê taxa Newrozê Fexredîn Salih diyar kir ku tişta niha diqewime heman polîtîkaya rejîma Baas’e ku berê xaniyên me wêran dikirin.

Li gorî Salih 7 malên taxê yên Kurd bêyî biryara dadgehê hatine dagirkirin.

Li taxa Newrozê ya Kerkûkê 122 xaniyên mezin hene ku 172 malbatên Kurd di wan de dijîn.

Lê hikûmeta Iraqê jî bi henceta ku ev erd dema Baasê de milê Wezareta parastinê bûye, dixwaze taxê valabike û erebên hawirde lê bi cih bike.

Bi taybetî jî ev di demekî de ye ku di nav 6 salên dawî de li Kerkûkê proseseka plankirî ya Erebkirinê tê meşandin.

Çavdêr û aliyên siyasî yên Kurd van hewlên artêşa Iraqê wek beşek ji prosesa Erebkirinê bi nav dikin.

Lê ji ber berxwedana gelê Taxa Newrozê ya Kerkûkê artêşa Iraqê heta niha nekariye taxê dagir bike.

Kerkûk-Planên valakirina taxa Newroz a Kurdan biserneket

Back to top button