Li Mexmûrê çalakiya nobetê ji aliyê koma 34’an ve hat dewirgirtin

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî a Mexmûrê 169 rojin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiya Nobetê pêk tê.
Çalakî îro ji aliyê koma 34’an ve hate dewirgrtin.

Merasîma dewrkirina koma çalakiyê bi kombûna çalakvanan û xelkê wargehê ya li Saziya Ciwanan bi deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 33’yemîn Seedî Aloşî axivî.

Seedî Aloşî di destpêka axaftinên xwe de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û wiha got;

“Em bang li hemû kesên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin dikin ku li Rêbertiya me xwedî derbikeve û Serokê me ji bin vê tecrîdê derbixin.

Em azadiya fîzîkî ya Serokê xwe dixwazin û em serkeftinê ji hemû gelê Kurd yê bindest re dixwazin.”

Çalakiya Nobetê bi dirûşmeyan dewrî koma 34’an hate kirin.

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê di roja 164’an de didome

Back to top button