UNAMI: Em ê serdana Silêman Ehmed bikin û mafên wî bi cih bînin

Ji rojnamevan Silêman Ehmed ên ku ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye revandin, 72 rojin agahî nayê girtin.

Tevlî hemû bangên ji bo berdan û hevdîtina li gel wî lê PDK’ê van bangan paşguh dike.

Ji bo hevdîtina bi Silêman Ehmed re û xwendina dosiyaya wî, PDK’ê rê li pêşiya parêzerên wî digire.

Îro tîma parêzeran diyar kirin ku wan ji bo Silêman Ehmed, hevdîtin bi Berpirsa UNAMI Caroline Moreno pêk anîn.

Parêzer Nerîman Ehmed têkildarî hevdîtina bi Berpirsa UNAMI re ev aghî parvekir:

“Me di hevdîtinê de behsa binpêkirina mafên mirovan û astengkirina azadiya çapemeniyê li başûrê Kurdistanê kir.

Me ji UNAMI diyarkir ku Silêman Ehmed ne girêdayî tu partiyên siyasiye, rojnamevanekî serbixwe ye û bi ajansa Rojnews re kar dikir.”

Caroline Moreno jî diyarkir ku ew ji vê dozê agahdarin û got: Emê Hikûmeta başûrê Kurdistanê neçar bikin ku cihê Silêman Ehmed eşkere bikin û bihêlin ku bi wî re hevdîtin bên kirin.

Emê girîngiyeke tam bidin vê mijarê û di zûtirîn dem de emê serdana Silêman Ehmed bikin.”

Rojnamevan Helgurd Binarî: Karê rojnamevaniyê xeteriyê ye

Back to top button