Her diçe li Başûrê Kurdistanê mafên rojnamevanan tê binpêkirin.
Desthilat herêmê bi kuştin û girtinê rojnamevanan bêdeng dike.
Rojnamevan Helgurd Binarî derbarê girtina Silêman Ehmed de axivî û got: Desthilata herêmê ji bo bêdengkirina rojnamevanan yan bertîl dide yan kuştin û wan zîndan dike.
Li Başûrê Kurdistanê roj bi roj azadiya fikir û ramanê tê binpêkirin.
Bi taybetî jî zext û zoreke mezin li ser karê rojnamevanî û rojnamevan hene.
Li başûrê Kurdistanê rojnamevanan rûbirûyî girtin, êşkencekirin û kuştinê tên.
Desthilat bi kuştin û girtinê rojnamevanan bêdeng dike.
Edîtorê beşa erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed mînaka herî nêz û berbiçav e.
Derbarê azadiya fikir û ramanê li Başûrê Kurdistanê de rojnamevan Helgurd Binarî ji rojnewsê re axivî.
Helgurd Binarî got ku desthilata herêmê bi gelek rê û rêbazan mîna girtin û bertîlkirinê rê li ber xebatên rojnamevanan digire.
Rojnamevan Helgurd Binarî: Dadgehên herêmê mafên rojnamevanan binpê dike
Helgurd Binarî diyar kir ku gelek rojnamevan li ser nûçeyên xwe hatin kuştin, êşkencekirin û girtin û wiha dewam kir:
Derbarê binpêkirina mafan de dadgeha Başûrê Kurdistanê li gorî aliyên siyasî tevdigere.
Mehdî Ziryan: Rojnamevan Silêman Ehmed ji ber çi hatiye girtin?