Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê: Heya niha ti kes bi vîrûsa Corona neketiye

Qedexeya derketina derve li navçe, bajarok û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûrî di roja 2. de ye.

Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê piştrast kir ku heta niha ti kes li herêmê bi vîrûsê neketiye û bang li şêniyan kir ku li gorî qedexeya derketinê tev bigerin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî dewriyeyên xwe li tevahî têketin û derketina bajar, bajarok û navçeyan xurt kirine.

Li gorî danayan, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi rêjeya ji sedî 80, qedexeya derketinê pêk anîne.

Rêveberiya Xweser, qedexeya derketina derve heta 15 rojan sepandiye, lê li gorî rewşê, dibe ku ev dem were dirêjkirin.

Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê, bang li tevahî şêniyên herêmê kir ku eger gumana ti kesekî der barê vîrusê de çêbû, bi van jimaran re têkildar bin.

0981137135

0998939754

0949356870

0949359179

Back to top button