Ji bo parastina ji vîrûsa Coronayê, li Helebê jî biryara qedexeya derketina derve hat sepandin.
Endamên saziyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî, parastina şêniyan ji vîrûsê dikin.
Ji bo parastina ji vîrûsa Coronayê, Meclisa Giştî ya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiye bi koordîneya Meclisa Tenduristiyê, biryara qedexeya derketina derve ragihand.
Hevserokê Şaredariya Gel a herdu taxan Mihdî Bilal teqez kir ku parastina taxê berpirsyariya hemûyan e, lewra xebatên wan dewam dikin.
Mihdî Bilal bang li şêniyan kir ku embarkirina madeyên bingehîn kêm bikin û biryarên Meclisa Giştî ya qedexeya derketina derve bi cih bînin.
Bilal her wiha ji bo tenduristiyê jî bang kir ku xwe û malbatên xwe biparêzin û ji malên xwe dernekevin.
Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ji bo parastina ji vîrûsê, van tedbîran pêk tîne.
Ji bo zanabûna pêwîst a girêdayî şîretên xweparastinê û nîşanneyên vegirtina vîrûsê, belavok û semîneran dide.
Cihên giştî yên mîna dibistan, sazî û park hatin girtin.
Di her sê deriyên têketina taxa (Eşrefiye, Cezîre û Eward ) û li nexweşxaneya Xalid Fecir, alavên pîvana pileya germahiyê danîne.
Jimarên telefonên nexweşxaneyan, ji bo veguhestina nexweşan ji malên wan belav kirine.
Li herdu taxan, pêngava paqijkirin û pakkirina kolanan, dewma dike.
Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye diyar kir ku heta vê kêliyê ti rewşên vegirtina vîrûsê li herdu taxan nehatiye dîtin.