Meclisa Jinan a Perwerdê banga rakirina dorpêça li Şehba kir

Meclisa Perwerdeyê ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyan diyar kirin ku ji ber ambargoyê zarokên li Şehba û Helebê nikarin perwerdeya xwe bibînin. Meclisa navçeya Şêrewa jî daxuyaniyeke dan û banga rakirina dorpêçê kirin.

Meclisa Perwerdeyê ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê dorpêça li ser Şehba û ji ber wê girtina dibistanan, daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi amadebûna endamên meclisê li Qamişlo hat dayîn.

Di daxuyanê de hat bibîrxistin ku ev 2 meh in hikumeta Şamê ambargo daniye ser gelê herêma Şehba û Helebê .

Ambargo girêdayî polîtîkiyên dewletên dagirker ên qirkere.

Astengkirina mazot, derman, ard û pêdiviyên din ên jiyanê, li derveyî pîvanên exlaqî ye.

Ji ber tunebûna mazotê li dibistanên herêmê sobe nayê pêxistin, lewma perwerde hatiye sekinandin û mafê zarokan ên perwerdeyê hatiye girtin.

Koçberên li kampan gelek zehmetiyan dikişînin, mirovahî ji vê yekê re bêdenge, temaşe dike.

Meclisa navçeya Şêrewa dorpêça li Şehba şermezar kir

Meclisa navçeya şêrawa jî derbarê dorpêça girankirî de daxuyaniyek da û polîtîkayên hember gelê hermê şermezar kirin.

Back to top button