Greva birçîbûnê li Mexmûrê dewam dike

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatibû destpêkirin, di roja 17’an de bi koma 9’emîn berdewam dike.

Bi merasîmekê koma 8’emîn ya çalakiyê, çalakî dewrî koma 9’emîn kir.

Dewre bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.

Piştî li ser navê koma 8’emîn daxuyaniyek ji aliyê Dîcle Benek ve hate xwendin.

Dîcle Benek destpêkê sersaxî ji malbatên mexdurên erdhejê re xwest û wiha dest pê kir:

Armanca me ji vê çalakiya azad kirina fîzîkî ya rêber Apo ye.

Em bang li tevahî ciwan û jinên ciwan dikin ku cihê xwe di nava têkoşîne de bigirin.

Merasîm bi dirûşmeya ‘Ciwan fedayî Rêber Apo ne’ bi dawî bû.

Back to top button