Bi armanca dizî û talan kirinê, çeteyên dewleta Tirk kolandina cihên şûnwarî yên kantona Efrînê didomînin.
Çavkaniyên herêmî diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker cihên şûnwarî yên kantona Efrînê dikolin.
Li gorî çavkaniyan, çeteyan girê Kewkeban ê navçeya Mabata ya kantona Efrînê koland. Armanca wan diziya berhemên dîrokî ye, da ku bişînin Tirkiyê.
Ji destpêka ku Efrîn di Adara 2018`an de hatiye dagirkirin, çeteyên dewleta tirk gelek şûnûwarî dizîne û derbasî tirkiyê kirine.