Tecrîda girankirî li ser Rêber Apo du sal derbas kirine

Çalakiyên Nobeta edaletê ya ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan li 6 bajarê bakurê kurdistanê hatiye destpêkirin.
Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê-MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat derbarê çalakiyan de axivî û wiha got: Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan were bidawîkirin.

Tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullha Ocalan du sal derbas kirin.

Heta niha dewleta tirk mafên hevdîtinê ya parêzeran û malbatê qedexe kiriye.

Ji Abdullah Ocalan ku di bin tecrîda mutleq de tê girtin, ji 25’ê Adara 2021’an ve tu xeber nayê girtin.

Li hemberî tecrîda girankirî bertek û nerazîbûnên gelê kurd her li pêş in.

Li 6 bajarên Bakurê Kurdistanê çalakiyên Nobeta Edaletê berdewam in

Li ser daxwaza Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHADFED) çalakiyên Nobeda Edaletê li 6 bajaran hatin destpêkirin.

Li Amedê, Mêrsîn, Edeneyê çalakiyên Nobeda Edaletê ji aliyên komeleyên malbatên girtî ve hatin destpêkirin.

Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat: Divê rêya çareseriyê bê vekirin

Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştavaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED’ê) Kerem Canpolat di derbarê çalakiyên ku wan daye destpêkirin de axivî.

Canpolat anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê sedema hemû krîzên li welat e.

Canpolat axaftina rêber Abdullah Ocalan a ku dibêje: Ezê di nava hefteyekê de pirsgirêka kurd çareser bikim bi bîr xist û got:

Divê rê li ber vê sozê bê vekirin.

Canpolat di dawiya axaftina xwe de banga xwedîliderketina berxwedana zîndanan kir.

Dayîk Yasûra Tufan: Em ê li ber xwe bidin

Dayîka bi navê Yasûra Tufan jî ku li Amedê beşdarî çalakiya nobeta adaletê bû ev bangkir:

Pirsgirêka me tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. Ev kampanya ji bo Serok Ocalan, ji bo girtiyan dest pê kir.

Çi ji destê me bê divê em bikin. Em li pey axa xwe, welatê xwe, Rêberê xwe bin.”

Tûfanê got: “Divê êdî dayik negirîn, kes neyên kuştin. Em dixwazin zarokên xwe li cîhaneke xweş, li ser axa xwe mezin bikin. Heta çare neyê dîtin, em ê li ber xwe bidin.”

Nobetên Edaletê: Bila tecrîda li ser Rêber û zarokên me were rakirin

Back to top button