Kobanê-“Festîvala Kobanê ya Wêjeyê” dest pê kir

Desteya çand û hunerê ya bajarê Kobanê di bin dûrişmeya “Ji bo peyva ku hîna nehatî gotin em li virin” festîvala Kobanê ya wêjeyî li darxistin.

Li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xedo çalakiya “Festîvala Kobayê ya Wêjeyê” îro destpê kir.

Bi dehan hunermend, şanoger, rewşenbîr, nivîskar, xwendekarê zanîngehê di festîvalê de amade bûn.

Piştî rêzgirtinê, rêveberiya desteya çand û hunera Kobanê ziyad Elî bi xêrhatina kesên ku beşdarî festîvalê bûne kir û got:

Ji bo ku em hêzekî çandî bidin avakirin û li hember êrîşên qirkirina çandî yên li ser axa me tên kirin bisekinin, divê em balbikşînin ser yekîtiyê.

Paşê hunermend Silava Bozo sitranên ku çanda Kobanê vedibêje gotin.

Hêjayî gotinê ye ku festîval wê 3 rojan dewam bike.

Back to top button