Bi awaz û stranên xwe têkoşîna gel a li dijî dagirkeriyê vedibêje

Êrîş û dagirkirina bajarê wê ji çand û hunera wê dûr nexist.
Sûzan Bîlal xwedî ruhê hunerî ye, di nava xebatên hunerî de cih digre û dixwaze bi awazên xwe, êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ji cîhanê re raghîne.

Xwediya dengê xweş Sozan Bîlal.

Ji zarokatiyê heta niha stranan dibêje.

Sitranên wê ji çanda Kurdî, Hindî, Tirkî, Erebî digre û vedibêje.

Dema Efrîn hat dagirkirin Sûzan Bîlal jî neçar ma koçî Helebê bibe.

Li wir jî beşdarî xebatên navenda çand û hunera Cemîl Horo ya li bajarê Helebê di be.

Sûzan Bîlal hewl dide bi awaza xwe têkoşîna gel li himber dijmin ji cîhanê re raghîne.

Sûzan Bîlal: Jin parçeyek ji hunerê ne huner bi jinan tê berdewam kirin

Sûzan Bîlal dibêje koçberî û şer nekarî me ji çanda me dur bixîne û wiha anî ziman:

Dewleta Tirk bi polîtîkayên xwe yên pişaftinê dixwaza mîrasa me ya çandî ji holê rake.

Lê belê min hewl da ez vê çandê biparêzim û bidim jiyîn.

Sûzan Bîlal diyar kir ku dewleta Tirk niha li Efrînê li ser gel zextên dijwar didomîne û mafên jinan binpê dike.

Ez jî ji bo ku dengê jinan bigihîjînim hemû cîhanê, di stranên xwe de behsa binpêkirinan dikim.

Sûzan di dawiyê de da zanîn ku divê yên xwedî aliyên hunerî ne bi xebatan cehwerê xwe derxin holê.

Divê hemû şert û mercên ku li pêşiya pêşketin û hebûnê dibin asteng em derbas bikin û ber bi hedefên xwe ve biçin.

Jin parçeyek ji hunerê ne û huner herî xweş ji aliyê jinan ve dikare were bedewkirin.

Back to top button