QSD: Komek çeteyên DAIŞ û malbatên wan radestî Iraqê kirin

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê 50 girtiyên ji çeteyên DAIŞ’ê û tevî malbatên wan radestî Hikûmeta Iraqê kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan komek çete tevî malbatên wan radestî hukumeta Iraqî kirine.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Hêzên me, 50 girtiyên ji çeteyên DAIŞ’ê yên ji pêkhateya Iraqî, ku di salên şerê li dijî çeteyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatibûn girtin, radestî Iraqê kirin.

Her wiha 170 endamên malbatên DAIŞ yên li kampa Holê bi hemahengî li gel hikûmeta Bexda, veguheztin aliyên Iraqê.

Back to top button