Bi daxuyaniyên cuda êrişên Tirkiyên ên hovane hatin şermezarkirin

Êirşên dagirkeriya Tirkiyê bi daxuyaniyên cuda li seranserî herêmê hatin şermezarkirin.
Hate gotin: “Em ê qet lawaz nebin, em ê destketiyên zarokên xwe biparêzin û xeyalên mêtingeriyê bi hevgirtina xwe hilweşînin.”

Li Qamişlo û Hesekê jî 15 sazî, yekîtî û malbendên rewşenbîrî, civakî, olî û wêjeyî yên Kurd, Ereb, Asûr, Suryan û Ermen bi daxuyaniyeke hevbeş êriş şermezar kirin û wiha gotin:

“Armanca dagirkeriya Tirkiyê ew e jihevxistin û têkbirina projeya netewa demokratîk e ya ku li vir tê jiyîn.

Em jî soz didin şehîdên xwe ku em ê heta dawiyê vê projeyê û tevahî destketiyan biparêzin.”

Meclisa Civaka Ermenî jî wiha anî ziman:

“Dîroka Tirkiyê tijî komkujî û teror e, ev êrişên ku niha li dijî herêmê tê kirin ji komkujiya li dijî Ermenan ne qut e.”

Dîsa li Hesekê şênî kom bûn û êriş bi tundî şermezar kirin.

Şêniyan diyar kirin ku êrişên tersonek ên dewleta Tirk dê tu carî wan lawaz neke û dê heta dawiyê li dijî van êrişan li ber xwe bidin.

Desteya Xwecihî ya kantona Firatê jî da zanîn ku ev êriş berdewamiya kiryarên hevalbendê wê DAIŞ’ê ye û got:

“Me çawa DAIŞ bi temamî têk bir, em ê armancên van êrişan jî vala derxin.”

Li Minbicê jî Kombûna Jinên Zenûbiya daxuyanî da û got:

“Em ê bi her awayî li ber xwe bidin û rê nedin dagirkeriyeke nû.”

Di daxuyaniyên li Tebqa û Helebê hatin dayîn de jî hate gotin,

“Em van xeyalan têk bibin û xaka xwe ji her cure êrişan biparêzin.”

Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê: Em ê bi ser kevin

Back to top button