Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu beşdarî bernameya Jin Aktuel a televizyona me bû. Ayşe li ser tecrîda giran a li ser Rêber Apo piştrast kir heta ku tecrîd û zextên li dijî girtiyan hebin, wê aştî û edelat pêk neyê. Ayşe dibêje: “Di kesayeta birêz Abdullah Ocalan de Aştî tê tecrîdkirin. Sala 2022’an wê sala bilindkirina asta têkoşîn, berxwedan û azadiya tevahî girtiyan be.”
Parlementera HDP’ê ya Ruhayê Ayşe Surucu beşdarî bernameya Jin Aktuel a televizyona me bû û li ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo, zext û êşkenceya li dijî girtiyên siyasî yên Kurd li girtîgehên Tikriyê û berxwedana jinan nirxandin kir.
Ayşe Surucu destpêka nirxandina xwe behsa tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo kir.
Ayşe Surucu: Girtiyên siyasî yên Kurd ji mirinê re hatine hiştin
Parlementera HDP’ê diyar kir ku zextên li dijî girtiyan zêde bûne û girtiyên siyasî ji mirinê re hatine hiştin.
Ayşe Surucu: Desthilatdar bi tunekirina Kurdan dixwazin hebûna xwe bidomînin
Ayşe Suruc da xuyakirin ku desthilata AKP’ê jî di nav de tevahî komar dixwstin bi tunekirina kurdan hebûna xwe bidomînin.
Ayşe Surucu: Sala 2022’an wê sala bilindkirina têkoşîn û azadkirina girtiyan be
Parlementera HDP’ê Ayşe Surucu têkildarî armanc û plansaziya 2022’an jî, piştrast kir wê ev sal bibe sala bilindkirina têkoşîn, berxwedan û azadkirina girtiyan.