Li dijî herêma Kesk a Bexdayê êrişek bi moşekan pêk hat

Îro saetên sibê careke din herêma Kesk a Bexdayê careke din hat armancgirtin. Ev herêm ku nêzî baylozxaneya Amerîkî bi du moşekan hat topbarankirin. 

Hêzên Ewlehiya ya Iraqê li ser vê êrişê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya hêzên ewlehiyê îro di saetên sibê de herêma Kesk a Bexdayê ku balyozxaneya amerîkî li wire hate armancgirtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Herêma Kesk a Bexdayê bi du moşekan hat topbarankirin.

Di encama êrişê de zirar gihişt du erebeyan.”

Ev herêm berî niha gelek caran hatiye armancgirtin.

Ti aliyek ew êriş li xwe nedigirtin, lê belê Amerîka aliyên girêdayî Îranê bi van êrişan tawanbar dike.

Back to top button