Salvegera 7. a komkujiya Qamişlo

Îro, 7.salvegera êrîşa li Qamişlo ya Taxa Xerbî ye.
Berî 7 salan welatiyên Qamişlo di saetên sibê de çavên xwe li vê êrîşa hovane vekirin.
Di encama vê êrîşê de 62 kes şehîd û bi dehan kes jî birîndar bûbûn.

Sibeha 27 Tîrmeh 2016’an , saet 09:02.. Sibeheke bi êş bû ji Qamişlo re

Piştî wan kêliyan, her tişt bêdeng bû û malikwêraniyê xwe li bajêr vegirt.

Li Taxa Xerbî ya bajêr, DAIŞ’ê barhilgirek di nava welatiyan de teqand.

Di encamê de, 62 kes şehîd bûn û 177 kes jî birîndar bûn.

Qêrîna zarok û dayikan li her derê hat bihîstin..Kêliyên wê qet nayên jibîrkirin

Hingê çeteyên DAIŞ’ê yekser ev yek girtin ser xwe.

Wê demê ew çete li Minbicê têk diçûn, tola xwe ji sivîlan radikirin.

Lê ya xweş ku planên wan negiyan serî . Şervanên vê axê kela Qamişlo hênik kir.

Piştî vê teqînê bi 18 rojan ew çete di Minbicê de tune kir.

Back to top button