Parêzer Kalo: Armanca komkujiya Til Hasil û Til Eranê siyasî û leşkerî bû

Îro 10’emîn salvegera komkujiya Til Hasil û Til Eranê ye.
Bi awayek plankirî bi destê dewleta Tirk, çeteyên hov û hevkariya Kurdên xiyanetkar komkujiyê re derbaskirin.
Şahîdê vê komkujiyê qala hurguliyên vê rojê kir.

Di 2013’an de li Til Hasil û Til Eranê komkujî pêk hat.

Ev komkûjî bi êrîşa 30 komên çeteyan bi taybet Cebhet El Nusra û DAIŞ’ê, di nav de kurdên xayîn pêk hat.

Di salvegera 10`an a komkujiyê de, şahidê komkujiyê parêzer Elaudîn Kalo axivî.

Kalo ku xizmên wî jî di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan da zanîn êrîşa plankirî di bin çavdêriya MÎT a Tirk de serçeteyan li Dîlokê civînek li dar xist û got:

“Armanca sereke siyasî û leşkerî bû.

Di radeya yekemîn de qutkirina Efrîn ji Kobanê ye.

Di radeya duyemîn de jî, koçberkirin û guhertina demografiya herêmê ye.

Dewleta Tirk xwest her du bajarokan kontrol bike”

“Xelkê Til Hasil û Til Eranê serî netewandin”

Kalo bal kişand ser helwesta hikumeta Şamê, destnîşan kir ku di êrîşê de hikumeta Şamê piştgiriya xelkê nekir.

Elaûdîn Kalo di dawiyê de anî ziman ku şênî serî netewandin û parastina xaka xwe kirin.

Back to top button