Hevberdevkê Buroya Şewirmendiya DBP’ê ya Enqereyê Mûrat Kayataş diyar kir ku bi tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan hewl tê dayîn gelê kurd bêvîn bikin.
Mûrat Kayataş, pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û negirtina agahiyekê nirxand û diyar kir ku agahî negirtina ji Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê rê li ber fikaran vedike û got:
“Derbarê birêz Ocalan û hevalên wî de, fikarên me yên cidî hene.
Ev tecrîd ne tenê tecrîdkirina kesekî ya jî îzolekirina civakê ye.
Ev tecrîd li dijî pergaleke fikir û nirxan e.”
Kayataş, destnîşan kir ku heta Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad nebe tu pirsgirêkên siyasî, aborî, civakî yên li Tirkiyê û Rojhilata Navîn nayên çareserkirin û got:
“Ji bo çareserî bi rêbazên aştiyane û demokratîk li Tirkiyê û Kurdistanê pêk were divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe.