Li Girê Spî ya dagirkirî zarok bi birdoziya tundraw tên perwerdekirin

Li Girê Spî ya dagirkirî, bi rêya komeleyên Pakistanî û Çeçenî zarok li ser îdeolojiyeke tundraw tên perwerdekirin.
Dewreya perwerdeyê ya herî dawîn beriya 2 rojan bû ku derdora 400 zarok jê derçûn.

Komeleyên Pakistanî û Çeçenan bi piştgiriya dagirkeriya Tirkiyê belavkirina îdeolojiya tundraw li Girê Spî ya dagirkirî didomînin.

Komeleyên navborî li navenda bajarê Girê Spî û bajarokên wê Silûk, Tirkmen û Elî Baciliyê erdên koçberan ku desteser kirine, dikin navendên perwerdeyê.

Ji dawiya 2021’ê ve li “Peymangeha Ubey Bin Kab” 3 dewreyên perwerdeyê hatin bidawîkirin.

Dewreya perwerdeyê ya herî dawîn beriya 2 rojan bû ku derdora 400 zarok jê derçûn.

Back to top button