JI BO KARÎSETÊN XWEZAYÎ KOMÎTEYA REWŞÊN AWARTE AVA KIR

Meclisa Kantona Qamişlo ji bo karîsetên xwezayî Komîteya Rewşên Awarte ava kir.

Meclisa Kantona Qamişlo bi armanca gotûbêjkirina rêbazên alîkariya bi şêniyan re di demên karîsetên xwezayê de civînek li navenda Meclisa kantonê ya li taxa Cûdî li dar xist.

Di civînê de, Komîteya Rewşên Awaret ku ji 5 kesan pêk tê hat avakirin.

Erka komîteyê; di demên kerasetên xwezayî de alîkariyan pêşkêş bikin.

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif armanca avakirina komîteyê destnîşan kir û got Komîte wê 24 saetan di tevgerê de be.

Her wiha şênî jî bi van hejmarên ku li ser Ekranê xwiya dike dikarin xwe bigihîn komîteyê

0998532208 – 463085

Leave a Reply

Back to top button