Kesûkarên Enfalkiryan ji nêzîkatiyên hikûmeta Başûr bi fikar û gazindin

Kesûkarên Enfalkiryan diyar dikin ku Hikûmeta Herêmê wan paşguh xistiye.
Welatî diyar kirin ku piştî 35 salan ew gihiştin wê baweriyê ku Hikûmeta Herêmê ji wan zêdetir giringî bi cerdevan û musteşarên dema rejîma Baas ku destê wan di enfalê de hebûn, dide.

Bi hatina salvegera Enfalê re Kesûkarên Enfalkiryan ji nêzîkatiyên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya li beramberî wan bi fikar û gazindin.

Eyûb Heme Xerîb neviyê enfalkiryane yek ji wan welatiyanê ku nêzîkatiyên hikûmetê bi fikare.

“Çima berpirsiyarên Enfalê tên parastin û radestî dadgehê nakin?”

Eyûb diyar dike bi salane wek kesûkarên enfalkiryan bi giştî daxwaza vegerandina cenazeyên kesûkarên xwe dikîn û dibêje:

“Ev daxwazek giştî ye, ne ya takekesî ye.

Yên daxwazên wan ên take kesî hebin ew di jêr destên hizban de li cihek hatine tayînkirin û ti pirsigrêkek wan tineye.”

Eyûb Heme Xerîb da zanîn ku çar salin cenazeyên 171 kesên hatîn enfalkirin li Bexdayê ne û heta niha çarenûsa wan nediyare.

Eyûb di axaftinê xwe de pirs dike gelo çima ew serok cerdevan û musteşarên dema enfalê de ku niha ji aliyê hizban ve tên parastin, radestî dadgehê nakin?

“Nehatine berpirsan a li ser goristana, rûyê wan ê reş nîşan dide”

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Ezîz Ebdullah jî bi van gotinan fikar û gazindên xwe anî ziman:

“Em wek kesûkarên enfalkiryan di serdema şoreşên li peyhev ên Kurdan de bûne qurbanî, her wiha me sofreya xwe ji pêşmerge û kesûkarên wan re vedikir.

Lê mixabin niha hemû rê û deriyek li ser me de girtine.

Her wiha nehatine berpirsan a li ser goristana enfalkiriyan, neanîna cenazeyên kesûkarên me, rûyê wan ê reş nîşan dide.”

“Hikûmet ji me zêdetir xizmetê ji nokerên rejîma Baas re dike”

Welatiyê bi navê Newzad Ebdulrehman jî da zanîn piştî 35 salan ew gihiştine wê baweriyê ku hikûmet tiştek ji wan re nekiriye û dibêje:

“Bi salane vê goristanê çêkirine û tenê çend cenazeyek yên enfalkiryan anîne, lê tiştek din nekirine.

Newzad Ebdulrehman di dawî de got:

“Bi qasî ku desthilatdarên Herêma Kurdistanê giringî û xizmetê ji serok cerdevan û musteşarên dema rejîma Baas re dikin, ewqas ji kesûkarên enfalkiriyan re nakin.”

Back to top button