EGER NE PIŞTGIRIYA RÛSYA BA, WÊ DEWLETA SÛRÎ BIHATA RÛXANDIN

Serfermandarê artêşa Rûsî Valery Grasimov got, eger ne piştgiriya Rûsya ba, wê dewleta Sûrî bihata rûxandin. Grasimov di kongreya Mosko ya Ewlehiya Navdewletî ya ku li Mosokyê li dar dikeve de, axivî.

Serfermandarê Rûsî di kongreyê de teqez kir û got piştgiriya Mosko ji Şamê re, Sûriye ji bin derbeyên çeteyan rizgar kir.

Grasimov di kongreya Ewlehiya Navdewletî de wiha axivî:

“Li ser daxwaza Şamê, Îlona 2015’an hêzên me yên ezmanî dest bi operasyonên xwe li Sûriyê kirin.

Wê demê hikûmeta Sûrî tenê ji sedî 10 ji xaka Sûriyê kontrol dikir.

Meh û nîv an du meh ji temenê dewleta Sûrî mabû.”

Serfermandarê Rûsî destnîşan kir ku piştgiriya Rûsya ji Şamê re, rê li pêşiya derketina hêzên tunrew girt.

 

Leave a Reply

Back to top button