Ewropa li dijî gefên Erdogan ya “di şevekê de em ê ji nişka ve werin” bertek nîşan da

Destwerdan û dagirkeriya li Sûrî, Iraq, Qerebax, Lîbya û welatên din mîna ku ne bese niha çav berdaye Yewnanîstanê.
Şefê rejîma Tirkiyê Erdogan bi awayekî eşkere gefa dagirkeriyê li Yewnanîstanê xwar û got:
Di şevekê de ji nişka ve dibe ku em werin”.
Li dijî vê yekê Komisyona YE bertek nîşan da.

Li Tirkiyê her ku dema hilbijartinê nêz dibe, Serokê AKP’ê Recep Tayyip Erdogan dixwaze hestên nîjadperestiyê tujtir bike.

Ji bo vê yekê niha bala xwe daya ser Yewnanîstanê.

Erdogan careke din bi awayekî eşkere gefa dagirkeriyê li Yewnanîstanê xwar.

Ev gef ket rojeva Komisyona Yekîtiya Ewropa.

Berdevkê Komîsyona YE Peter Stano jî li ser pirsa rojnamevanekî ya li ser mijarê got,

“Hata me ji van daxuyaniyên dijminatiyê yên rêveberiya siyasî ya Tirkiyê ya li dijî Yewnanîstan û gelê wê heye.

Ev yek fikareke cidî ye.”

Stano got,

“Em li bendê ne ku Tirkiye dev ji gotinên zêde berde û hewl bide têkiliyên cîrantiyê yên baş pêş bixe, ne berovajî bike.”

Stano bi domdarî ev tişt anî ziman:

“Gava ku mijar tê ser têkiliyên bi Yewnanîstanê re, divê hemû pirsgirêkên vekirî bi awayekî aştiyane, bi diyalog, bi bawerî, li gorî hiqûqa navneteweyî û li gorî prensîba têkiliyên cîrantiya baş bên çareserkirin. Yewnanîstan welatekî endamê YE ye. Divê rêz li serwerî û yekîtiya axa welatên YE bên girtin.”

Erdogan: Yewnan xwe sererast dike

Piştî hişyariyên Komisyona YE yê, Erdogan îro beriya serdana xwe ya Bosnahersek, Sirbistan û Xirwatya daxuyaniyek çapemeniyê da.

Erdogan got,

Yewnanîstan di ferqa vê de ye.

Ji ber ketiye ferqa vê, xwe sererast dike.

Şefê rejîma Tirkiye Erdogan roja şemiyê li Balafirgeha Çarşamba ya Samsûnê di vekirina TEKNOFEST 2022’an da axivî.

Erdogan yê Yewnan xistibû armanca xwe got,

“Dagirkirina giravan ne berpirsiyariya me ye.

Erdogan gotibû, “Ji bo Yewnanîstanê tenê hevokek me heye: Îzmîrê ji bîr nekin.”

Back to top button