Partiya Çep a Kesk: Em ê ala têkoşînê bilind bikin

Ji bo hesab pirsîna ji rejîma AKP-MHP’ê dem nêz dibe.
Piştî 48 rojên din wê li Tirkiye hilbijartina Serokomarî û Parlamentoyê pêk bê.
Partiya Çep a Kesk ku wê HDP bi logoya wê beşdar bibe jî amadekariyên xwe yên dawî dike.
Meclisa Partiyê bang li gel kir ku ji bo hesab pirsînê piştevaniya wan bikin.
Di vê navberê de 4 namzetên dawî yên ji bo pêşbaziya serokomariya Tirkiyê jî diyar bûn.

Ji bo têkbirina faşîzmê ya li ser sindoqan dem nêz dibe.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî 48 rojên din, wê hilbijartina Serokomarî û Parlamenteriyê pêk were.

Têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê ya di hilbijartinê de, bûye xebata sereke ya mixalîfê.

Piştî ku Partiya Demokratyîk a Gelan HDP’ê ragihand ku wê di bin logoya Partiya Çep a Kesk de bikeve hilbijartinê, partiyê xebatên xwe berfireh dike.

Meclisa Partiya Çep a Kesk di 26’ê Adarê de civîna xwe li dar xistibû.

Partiya Çep a Kesk wê alê hilde

Encamnameya civînê hat eşkerekirin û wiha hate gotin:

Partiya Çep a Kesk ku li dijî gefên li dijî HDP’ê bê teredud erka xwe ya yekitiya şoreşger-demokratîk bi cih tîne, beriya niha gotibû ku ew ê di vê pêvajoyê de gelên Tirkiyê bê bijarte nehêlin.

Polîtîkayên AKP-MHP’yê yên rantê û spartiye înşeatê di erdhejên dawî de derket holê.

Erdhejên ku bi deh hezaran welatiyên me jiyana xwe ji dest dan, ne qeder lê encama polîtîkayên deshilatê bû.

Ev hilbijartin tenê di nav sînorên welat de pêk nayê.

Ji bo hilbijêrên me yên ku ji ber sedemên aborî û siyasî neçar in li derveyî welat dijîn jî girîng e.

Em bang li wan dikin ku tevkariyê li têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê ya hemû gelên li ser van axê dijîn bikin.

Divê em ji bo aştiya herêmê, ji bo siberoja gelan û gelên ji şer reviyane û bûne penaber bi ser bikevin.

Erka me ya îro ew e ku em dawî li rejîma yek zilamî bînin.

Di vê çarçoveyê de, Partiya Çep a Kesk bang li welatiyan kir ku ji bo têkbirina faşîzmê piştevaniya wan bikin.

Ji bo serokomariya Tirkiyê wê 4 namzet bikevin pêşbaziyê

Ji bo serokomariya Tirkiyê jî 4 namzet wê bi hevre bikevin pêşbaziyê.

Ew jî Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan, Serokom Partiya Memleket Muharem Înce û namzetê Partiya Zaferê Sînan Ogan in.

Back to top button