Misir û Iraqê 15 peyman bi hevdû re îmze kirin

Duh şandeyek serokwezîrtiya Misrê serdana Iraqê kir û bi serokwezîr Mistefa Kazimî re civiyan. Misir û Iraqê 15 peyman bi hev re îmze kirin

Serokê hikumeta Iraqê Mistefa Kazimî û hempîşeyê wî yê Misirê Mistefa Medbolî derbarê civînê de daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê

Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê her du welat çend lihevkirinek ji bo xûrtkirina peywendiyên navbera herdu welatan îmze bikin.

Her wiha xûrtkirina peywendiyên dîplomasî yên sê alî yên hevbeş ên navbera Bexda, Qahîre û Omanê îmze bikin.

Li aliyekî din jî Medbolî wiha got: “Dê planeke demî ya diyar ji bo aktîfkirina muzakereyên di navbera Iraq û Misirê de hatine îmzekirin bê danîn.”

Serokwezîrê Misirê Mistefa Medbolî jî diyar kir Bexda û Qahîrayê doza ewlehiya avê ya di navbera her du welatan de jî di nav de 15 peyman îmze kirine.

Peymanên hatine îmzekirin, ji muzakereyên lihevkirinê di der barê veguhastin, dahatûyên avê, tenduristî, jînegeh, edalet, fînans, avakirin, lêkirin, endustrî, bazirganî û darayî de ne.

Back to top button