Partiya Komeleya Îslamî Kurdistan: Divê PDK nebe sedema şerê navxweyî

Partiya Komela Îslamî Kurdistan diyar kir ku ew şerê birakujiyê red dikin û şermezer dikin.
Ger şereke derkeve ev şer wê ziyanê bigîhîne hemû Kurdan.

Yek ji partiyên Başûrê Kurdistan partiya Komela Îslamî Kurdistan têkildarî metirsiya rûdana şerê birakujî daxuyaniyek nivîskî belavkir.

Partiya Komela Îslamî daxwaza qedexekirina şerê birakujî kir û got:

Em şerê Kurd li gel Kurd şermezar dikin û red dikin.

Em bang li hemû çîn û pêkhateyên civakê dikin xwe li hember vê yekê rabin.

Pêwîste şerê Kurd li gel Kurd were qedexekirin.

Ji berku şerê birakujî ziyanê digihîne hemû Kurdan”

Partiya Komala Îslamî Kurdistan di dewama daxuyaniya xwe de bang li PDK’ê kir ku xwe ji alozî, nakokî û zemîna şerê birakujî dûrbixin. Nebe sedema şerê navxweyî. Rewşa heyî ya siyasî û aborî ya kurdan berçav bigre.

Back to top button