Bi dehan nijadperestên Tirk êrîşî dêrek li bajarê Vînayayê kir

Êdî buyerên tundrew li welatên Ewropyê roj bi roj li pey hev zêdetir dibin. Duh bi dehan ciwanên Tirk, bi şev êrîşî dêrekê li bajarê Vîyana ya Awusturyayê kirin. Li Kandayê jî 2 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn. 

Duh derdora 50 nijadperestênTirk êrîşî dêra Anton von Padua ya li bajarê Vînaya ya Awusturyayê kir.

Li gorî rojnameya Korîkar a Austuryayê, ciwanên Tirk bi siloganên Ellah-Ekber êrîşî dêrê kirin.

Di encama êrîşê de tevlihevî û ziyan gihiştî dêrê, lê ti ziyanên canî çênebûn.

Piştî êrîşê Şêwermendê Austuryayê Sebastian Coors li ser hesabê xwe yê Twîtterê anî ziman ku divê têkoşîna Îslama siyasî bikin û got:

“Her Asûriyek di hindirê netewa xwe de, divê bi azad û ewlehî karibe rê û resmên xwe yên Olî pêk bîne.”

Ev êrîş hemwextî girtina kesekî ku keşeyekî Arsozoksî li bajarê Liyon ê Fransayê gulebaran kir pêk hat.

Keşe Nikolaos Cacavilakis yê 52 salî niha li nexweşxaneyê ye û rewşa wê mtirsîdar e.

Berî du rojan jî li dijî dêrekê li bajarê Nice yê Fransayê êrîşek pêk hat, li vir jî 3 kes hatin kuştin.

Li ser vê buyerê niha 6 kesên biguman lêpirsîn bi wan re tê kirin.

Li Kanadayê 2 kes hatin kuştin û 5 birîndar bûn

Duh êrîşkarekî bi cilên serdema navîn bi şûr êrîşî welatiyên li bajarê Quebec a Kanadayê kir.

Di encama êrîşê de, 2 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Polîsan kesekî bi guman girt û bang li welatiyan kir ku di malên xwe de bimînin.

Berdevkê polîsên Kanadayê ev êrîş bi metirsîdar bi nav kir û diyar kir ku lêpirsîn derbarê buyerê de dewam dikin..

Back to top button