Li Tirkiyê hejmara zarokên kes bi wan re nîn e hezar û 464 zarok in

Rayedarên Tirk eşkere kirin ku hezar û 464 zarok hene ku ji ber erdhejan bandor li wan bûye û kes bi wan re nîn e hene. Komeleya Pêşî Zarok û Jin jî têkildarê îdiayên ku zarokan didin terîqet û mafyayê, wê gilî bike.

Rayedarên Tirk, li ser rewşa zarokên ji ber erdhejê bandor li wan bûye, kes li ber wan nîn û tên dermankirin, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hezar û 464 zarok hene ku kes li ber wan nîn e, 759 zarok hêj tên dermankirin.

79 zarok piştî dermankirinê, niha li wan tê nêrîn.

626 zarok piştî nasnameya wan hat eşeker kirin radestî malbatên xwe hatine kirin.

Nasnameyên hezar û 197 zarokan hatine tespîtkirin, 267 zarok hene ku hêj nasnameyên wan nehatine tespîtkirin.

Tê îdiakirin ku zarokên li herêma erdhej lê rabûye û kes bi wan re nîn e, didin terîqet û mafyayan.

Komeleya Pêşî Zarok û Jin da xuyakirin ku ew ê têkildarê îdiayan, gilî bike û got:

Zarokên me, ne bêxwedî ne.

Back to top button