Ebdî: NY beşek biçûk ji sûcên çeteyan eşkere kir

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî derbarê rapora Netewên Yekbûyî ya li ser sûcên li Sûriyê pêk tên got ku di raporê de tenê beşek biçûk ji sûcên çeteyên girêdayî Tirkiyê hatine eşkerekirin.

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê rapora dawî ya Komîsyona Lêpirsînê ya Serbixwe a NY’ê ku behsa sûcên li Sûriyê dike daxuyaniyek da.

Ebdî diyar kir ku sûcên çeteyên girêdayî Tirkiyê ku di rapora Neteweyên Yekbûyî de behsa wan hatiye kirin, dibe beşek biçûk ji sûcên ku çeteyan li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tînin.

Ebdî bang li civaka navnetewî kir ku derbarê kesên ku li Sûriyê sûcên şer dikin lêpirsînekê bide destpêkirin û wan aliyan ceza bikin.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku wê li ser tewanbariya li ser QSD’ê ku di raporê de hatî parverkirin, dest bi lêpirsînê were kirin.

Ebdî: Aliyên navdewletî çavê xwe li dosyaya kampa Holê girtine

Derbarê rewşa li Kampa Holê jî, Mezlûm Ebdî got ku aliyên navnetewî çavê xwe li dosyaya kampê girtine.
Ebdî destnîşan kir ku derdora 84 dewlet berpirsyariya xwe ya derbarê welatiyên xwe yên li kampê de bi cih naynin û rola rêxistinên navnetewî jî bi hinek alîkariyên mirovî sînordar e.

 

Back to top button