Li Colemêrgê jinan çalakiyek lidar xistin

Li Colemêrgê, di çarçoveya kampanya Tevgera Jinên Azad ya “Em xwe diparêzin” de çalakiyek hate lidarxistin.

Di çarçoveya kampanya “Em xwe diparêzin” de ku beriya demeke kurt ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hate destpêkirin, li Colemêrgê çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de ku li pêşiya avahiya HDP’ê ya bajêr pêk hat, pankarta bi nivîsa “Em xwe diparêzin” hate hildan.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Çalakvanên Meclîsa Jinan ya HDP’ê û TJA’yê tevlî çalakiyê bûn.

Jinên ku bi kincên neteweyî beşdarî çalakiyê bûn govend gerandin.

Piştre li avahiya partiyê daxuyaniyek hate dayin û bang li jinan hate kirin ku piştgiriyê bidin kampanya wan.

Back to top button