Sala 2021’an li Meksîka bêtirî 33,000 kes hatin kuştin

Li Meksîkayê, li gorî daneyên fermî sala 2021’ê bêtirî 33 hezar kes hatin kuştin. Ev jî tê wê wateyê ku rojane derdora 91 kes hatin kuştin.

Wezîra Ewlekariya Cemaweriyê Rosa Icela Rodriguez ragihand ku ji sedî 50 ê bûyerên kuştinê li 6 eyaletan qewimîne.

Rodriguez anî ziman ku bi giştî 33 hezar û 308 kes hatine kuştin û ev hejmar li gorî sala beriya niha kêm bûye.

Sala 20019’an 34 hezar û 690 kes hatibûn kuştin, sala 2020’î jî ev hejmar 34 hezar û 554 kes bûn.

Ji sala 2006’an ve derdora 340 hezar kes hatin kuştin.

Li gorî daneyên Komîsyona Lêkolînên Neteweyî li Meksîkayê her wiha zêdeyî 95 hezar kes winda ne.

Windakirin di navbera salên 1960-1980’î de bi ‘şerê qirêj’ ê rayedaran ê li dijî tevgerên şoreşger ên çepgir dest pê kir.

Ji sala 2006’an û pê ve jî hejmara mirovên hatin kuştin zêde bû.

Tevî vê tundiyê jî Meksîka ku nifûsa xwe 128 milyon kes e, weke heftemîn welatê herî tûrîstîk ê cîhanê balê dikişîne.

Li gorî Rêxistina Tûrîzmê ya Cîhanê sala 2019’an 45 milyon tûrîstî serdana Meksîkayê kir.

Back to top button