HPG: Ji ber êrîşên dewleta Tirk li herêma Avaşînê şewat derket

HPG’ê bi daxuyaniyekê li ser êrîşên dewleta tirk yên hewayî û bejahî agahî da. HPG’ê dazanîn ku ji ber êrîşa 27’ê Îlonê li ser herêma Avaşîn şewat derketiye û dewam dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê jî li ser êrîşên hewayî yên artêşa tirk a dagirker yên navbera 20 û 29’ê Îlonê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîne daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku artêşa tirk a dagirker herêmên, Zap, Metîna, Heftenîn, Xakurkê û Avaşîn bi helîkopter û balefirên şer bombebaran kir.

Di êrîşa 27’ê Îlonê ya li Geliyê Basya, Dola Hesabas û Gundê Dirê yên herêma Avaşînê de şewat li herêmê derket û dewam dike.

Back to top button