Hovîtî û kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê bênavber dewam dikin. Dagirkeran 4 sivîl ji navçeya Mabeta Revandin, li navçeya Cindirêsê jî girê şûnwarî talan kirin.
Rojane, kirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên hovane li Efrînê zêde bidin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê – Sûrî ragihand ku bi armanca stnandina pereyan ji efrîniyan, çeteyan 4 sivîl ji gundê Şîtka ya navçeya Mabeta revandin.
26’ê Îlonê, çeteyan şêniyên bi navê Kemal Mihemed Hemîd Zêno(40) û Welşd Mihemed Zêno revandin.
25’ê Îlonê jî, istixbarata Tirkiyê Mihemed Hemîd Zêno(70) û Ebdo Mihmed Zêno(34) revandin.
Rêxistinê da zanîn ku piştî standina 150 Lîreya Sûrî fidye ji her girtiyek, çeteyan ew berdan.
Çeteyan Girê Şêx Ebid el- Rehman yê li Cindirêsê talan kir
Li aliyê din, Bi armanca qirkirina çand û şaristaniya gelan, artêşa Tirk û çeteyên wê şûnwarên dîrokî yên herêmên dagikirî wêran dikin.
Li Efrîna dagirkirî, çeteyan girê şêx Ebid El- Rehman yê şûnwarî yê li nacvçeya Cindirêsê talan û wêran kirin.
Rêxistinê diyar kir ku çeteyan nêzî 500 metreya çargoşe ji robera gir hatiye wêran kirin.