Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê û Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi boneya vê rojê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyan de salvegera damezrandina PKK’ê li Rêber Apo û gelê Kurdistanê hat pîrozkirin û wiha hat gotin:
”Em ê di sala nû de ji bo azadiya gel û rêber Apo asta têkoşîna bilindtir bikin.
Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûrî, bi boneya salvegera damezrandina PKK’ê daxuyanî da.
Kongra Star salvegera 44. a damezrandina PKK’ê, li rêber Apo, Gerîlayên Azadiyê û gelê Kurdistanê pîroz kir û got:
”PKK’ê partiya yekemîn e ku ji bo tevahî jinan û cîhanê re bû mînak.
Bi fikir û ramanê Rêber Apo ji hemû azadîxwaz û bi taybet ji jinan re, bû manîfestoya jiyanê.”
Kongrê diyar kir ku di nava 44 salan de bi pêşengiya Bêrîtan, Zîlan û Sakîneyan jin di her qadên jiyanê de cihê xwe girt.
Kongra Star piştrast kir ku ew ê li hember faşîzma dewleta Tirk a dagirker asta têkoşînê bilind bikin.
”PKK’ê rê li pişiya fermanên li ser civaka Êzidî girt”
Meclisa Rêveberiya Xweser ya Demokratîk a Şengalê jî bi daxuyaniyekê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir.
Meclisê di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:
”Em wek civaka Êzidî têkoşîna PKK’ê ya 44 salan ji bo xwe dibînin.
Civaka Êzidî di dirêjahiya dîrokê de her hatiye xapandin û bi hezaran Êzidî di fermanan de hatine kuştin.
Piştî ku gelê me PKK’ê naskir û pergala netewa demokaratîk ji xwe re esas girt, pêşî girtina li fermana mîsoger bû.”
Meclisê dawiyê de bang li her kesî kir ku ji bo azadiyaê têbikoşin.



