Ferîde Alkan: PKK’ê li dijî qirkirina li ser Kurdan îradeya çareseriyê afirand

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Ferîde Alkan bi boneya salvegera 44’emîn a damezrandina PKK’ê axivî. Ferîde Alkan da zanîn ku PKK’ê bi gava xwe ya pêşengiyê pirsgirêka dîrokî ya kurdan çareser kir û li dijî mêr dewletê Tevgera Azadiyê ya Jinê da destpêkirin. 

Endama Fermandariya YJA Starê Ferîde Alkan 44’emîn salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir.

Ferîde Alkan destnîşan kir ku bersiva herî mezin a li sala 45’an a PKK’ê wê bilindkirina têkoşînê ya li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan be û got:

PKK beriya her tiştî partiyeke Kurdistanî ye ku li dijî qirkirina li ser gelê Kurd tê ferzkirin, îradeya çareseriyê afirand.

Bi vê armancê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hatiye destpêkirin.

Ferîde Alkan anî ziman ku destketiya herî mezin a ku PKK’ê daye gelê Kurd, çareserkirina pirsgirêka rêbertî ye û wiha bi lêv kir:

PKK’ê bi gava xwe ya rêbertî û pêşengiyê ya mezin, ev pirsgirêka dîrokî ya Kurdan ji holê rakir.

Lewma çareserkirina pirsgirêka Rêbertî ya di şexsê PKK’ê de pêk hat, ji bo gelê Kurd destketiya herî dîrokî ye.

” PKK’ê rastiya gel ê şerker afirand”

Endama Fermandariya YJA ragihand ku weke gava duyemîn, PKK’ê rastiya gel ê şerker afirand û got:

PKK’ê rastiya gelekî şerker afirand ku zane çawa bijî, bi azadiyê ve dilsoz e, li ser vê bingehê jî xwedî plan, bername û taktîka têkoşînê ye.

Her wiha PKK’ê rêxistiniya gerîla, artêşa gerîla ava kiriye ku gelê Kurd ji her cûre êrîşan diparêze.

Ferîde Alkan: PKK’ê tevgera azadiyê ya jinê da destpêkirin

Endama Fermandara YJA Starê Ferîde Alkan diyar kir ku weke hîmê sêyemîn jî PKK’ê li dijî dîroka bi serweriya mêr, li dijî mêr dewletê, Tevgera Azadiyê ya Jinê da destpêkirin û wiha anî ziman:

Rêxistiniya xweser a jinê, artêşbûna jinê, partîbûna jinê, sîstema konfedere ya jinê, zanistiya jinê jineolojî bi xwe re anî û xeta azadiya jinê bi pêş xist.

PKK’ê bi perspektîfa xwe ya neteweya demokratîk nîşan da ku li Rojhilata Navîn, li Kurdistanê ne tenê ji bo gelê Kurd ew ji bo hemû gelan partiya çareseriyê ye.

Bi navê milîtanên PKK û PAJK’ê, şervanên HPG û YJA Starê û biryardariyê li dijî mêr dewletê, mêtingeriyê, faşîzmê û her cûre paşverûtiyê têkoşînê bi ser bixînin.

Back to top button