Wezareta Malbatê ya Tirkiyê keça Êzidî teslîmî malbata DAIŞ kirin

Rêxistinên hiqûqî ên li bajarê Enqere yê Tirkiyê banga tevlibûna li doza ku derbarê çeteyên DAIŞ’ê de hatibû vekirin kirin. Rûniştina dozê wê îro li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê bê dîtin.

Di sibata 2021’an de li Enqerayê qaşo di operesyonekê li dijî şaneyeke DAIŞ’ê de zarokeke keç a Êzidî ku di 2017’an hatibû revandin û ber bi Tirkiyê ve biribûn, hate rizgarkirin.

Li vir derket holê ku Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê keça Êzidî ya di bin parastina wê de careke din radestî malbata DAIŞ’î ku ew revandin Tirkiyê û li ser dark webê “dane ber firotinê” kiriye.

Rêxistinên hiqûqê yên li bajarê Enqere yê Tirkiyê derbarê çeteyê DAIŞ’ê yê ku di 27’ê Sibatê de zarok a 7 salî revandibû û bi rêya internêtê dabû ber firotibû, serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqerê dan.

Rûniştina doza ku derbarê çeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Sabbar Alî Orûç de ji sûcê “bazirganiya mirovan” hatibû vekirin wê îro li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê bê dîtin.

Komîsyona Jinan a Şaxa Enqereyê ya Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) OHD’ê derbarê mijarê de daxuyaniyekê banga beşdarbûna danaşînê kir û got:

“Sûcê firotina zaroka 7 salî li ser internêtê sûcên berdewamiya şer ên li dijî zarokên keç û jinên Êzidî pêk tê, ev sûcên li dijî mirovahiyê ye.”

Wezareta Polîtîkayên Cîvakî û Malbatî ya Tirkiyê li şuna keçîkek Êzidî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ ve hatibu revandin bigihîne malbata wê, cardin teslîm kirina malbata DAIŞ tercîh kir.

Ev rastî bi saya nuçeya Arti Gerçekê ku li Tirkiye û Kurdistana Bakur tê weşandin derkete holê.

ank-26-10-2023-ezidi-cocuk-isid-dava

http://mezopotamyaajansi35.com/kr/HEM-NCE/content/view/222410

https://jinhaagency.com/ku/hiq%C3%BBq/daiS-i-de-bi-suce-bazirganiya-mirovan-ben-darizandin-41670

https://artigercek.com/guncel/turkiyede-bir-ilk-ezidi-cocugu-kaciran-isidli-insan-ticaretinden-yargilanacak-270416h

https://artigercek.com/guncel/aile-bakanligi-kacirilarak-satisa-cikarilan-ezidi-kiz-cocugunu-isidli-aileye-270452h

Back to top button