Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane êrişî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dikin. Dagirkeran careke din Şêrawaya Efrînê, Şehba, Zirgan Til Temir bi dijwarî topbaran kir. Di van êrişan de cih û deverên dîrokî jî hatin hedef girtin.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bê navber dewam dikin.
Vê sibehê artêşa Tirk û çeteyan gundê Qinetirê û Soxanekê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kir.
Hat ragihandin ku nêzî 17 obus li van gundan ketine.
Her wiha dagirkeran gundê Hesacik û Simoqa yên Şehbayê û bendava wê jî topbaran kir.
Dagirkeran gundên Til Temir û navenda Zirganê topbaran kir
Li aliyekî din jî artêşa Tirk a dagirekr û çeteyên xwe gundên Til Tawîl ê Suryanan, Til Cuma, Tawîla û Siker El-Hêmir ên li rojavayî navçeya Til Temirê jî bi çekên giran topbaran kir.
Hate ragihandin ku li gundê Sikir El-Hêmir girekî dîrokî heye ku dîroka wî vedigere 8 hezar sal berî zayînê. Ev deverên dîrokî ji aliyê dagirkeran ve hatin hedef girtin.
Hate diyarkirin ku balafireke dron jî sê caran gundê Tawîla bombebaran kir û ji ber wê zirarên mezin gihaştine mal û milkên welatiyan.
Hemwextî van êrişan dagirkeran navenda Zirganê jî bi obîs û hawanan topbaran kir.