HPG’ê: 18 leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin

Li Avaşîn, Zap û Metînayê, bi pêşengiya gerîllayên jin li dijî hêzên artêşa Tirk ya dagirker rêzeçalakî pêk hatin. HPG’ê ragihand ku di çalakiyan de 18 leşker hatin kuştin û dagirkeran 28 caran bi çekên kîmyewî êriş pêk anîn. Di vê navberê de ji ber çalakiya li Qada Çiyareş, Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, hêzên gerîlla pîroz kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encama çalakiyên gerîlla yên 24 saetên dawî eşkere kir.

Li gorî vê,

. Li herêma Avaşînê

26’ê Gulanê, hêzên artêşa Tirk xwestin êrişê çeperên şer ên Qada Werxelê bikin.

Gerîlla bi çalakiya sabotajê û lêdana ji nêz be bersiv dan hewldanên artêşa Tirk.

Di encamê de herî kêm 3 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Gerîlla çûn ser cenazeyên kuştiyên Tirk û çeka MPT 55 bidest xistin.

Ji ber derbên giran ên ji gerîlla xwarî, artêşa Tirk wê rojê Qada Werxelê 11 caran bi çekên kîmyewî û 23 caran jî bi balafiran bombebaran kir.

 . Li herêma zapê

26’ê Gulanê li Qada Şikefta Birîndaran, hêzên li dora çeperên şer ên Kevirêkun, Şehîd Berxwedan, Kurojaro û Girê FM bûn aramcan çalakiyên sekvaniyê.

Di encamê de bi giştî 5 leşker hatin kuştin.

Heman rojê çeperên şer ên Şehîd Hewrê, Şehîd Berxwedan û Şikefta Birîndaran 13 caran bi çekên kîmyewî hatin bombardimankirin.

 . Li herêma Metîna

25’ê Gulanê li Qada Girê Hakkarî, li dijî dagirkerên ku hewl didan li derdora çeperên şer bi cih bibin, gerîlla çalakiyên bi bandor pêk anîn.

Di encama van çalakiyan de 8 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn.

Heman rojê li dijî dagirkerên ku hewl didan ber bi çeperên şer ve bi pêş ve biçin, bi çekên ferdî çalakî hate kirin.

Ji ber bersivdayîna gerîlla, dagirker neçar man paşde biçin.

26’ê Gulanê li Girê Ortê li dijî dagirkerên ku dixwestin li geliyê Şehîd Agir bi cih bibin, hêzên me 2 caran çalakiyên sabotajê kirin.

Li vir jî 2 leşker hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku 26’ê Gulanê gelek qadên Zap, Metîna û Avaşînê hatin bombebarankirin.

Fermandariya biryargeha NPG: Ji ber çalakiya çiyareş a herêma Zapê, em gerîla pîroz dikin

Di vê navberê de Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, ji ber çalakiyên bi bandor ên li Çiyayê Reş û Kurojaro, gerîlayên herêma Zapê pîroz kir.

Fermandariyê çalakî weke mînaka wêrekiya mezin binav kir û got; Di van çalakiyan de, gerîla mîna birûskê û bi taktîkên hosteyî li hêzên dagirker dan.

Serkeftina gerîlla wê bi serfiraziyên nû were tacîdar kirin.

Back to top button