Balafirên şer yê Rusyayê herêmên dagirkirî bombebaran kir

Balafirên şer yên Rûsyayê carek din herêmên dagirkirî bombebaran kirin.
Di encamê de 8 çeteyên heyet tehrîr El-Şam hatin kuştin.

Piştî civîna Astane êrişên Rûsyayên li herêmên di bin serweriya dewleta Tirk û çeteyê wê de, zêde dibin.

Balafirên Rûsyayê îro nêzî 10 êrişên ezmanî li gundewarê başûrê Idlibê pêk anî.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encama êrişê de 8 çet e hatine kuştin û birîndar hene.

Her wiha hêzên hikûmetê bi çekên giran herêmên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Balafirên şer yên Sûrî êrişî Derayê kirin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku balafirên şer yên Sûriyê vê sibê gundewarê Derayê bombebaran kirin.

Bajarokê Dail û El Yadûda yên li derdora Derayê bûn aramca êrişê.

Heta niha derbarê encamê êrişan tu agahî nehatiye zelalkirin.

Ji 2018 yekem care ku balafirên şer yên Sûriyê li ser esîmanê herêmê digerin û êrişan pêk tînin.

Balafirên Rusyayê herêma bêçek bombebaran kirin

Back to top button