Li bajarê Qamişlo belgefîlmek li ser Orkêstraya Rojava hat pêşandan.
Belgefîlm behsa Akademiya Orkêstraya Rojava û perwerdeyên wê dike.
Belgefîlma ji derhêneriya Dilîcan Osman Hiso ye..
Bi beşdariya endamên Orkêstraya Rojava ya Zarokan, li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hate pêşandan.
Fîlm ji aliyê Nefel Production ve hat derhênan û kêşan..
Ji 56 deqeyan pêk tê..
Tê de behsa Akademiya Orkêstraya Rojava û perwerdeyên wê dike.
Belgefîlm balê dikişîne ser zarokên ku ji bajarên dagirkirî wek Serêkaniyê û Efrînê koçber bûne ..
Derhêner Dilîcan Osman Hiso ji aliyê endama rêveber a Orkêstraya Rojava Firyal Colîn ve hat xelatkirin..
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Akademiya Orkêstraya Rojava di sala 2016’an de li bajarê Qamişlo hat damezirandin..
Tê de bi dehan zarokên ji temenê 7 heta 17 saliyê perwerdeyê li ser amûrên cûrbecûr ên muzîkê dibin.